Eniya şer fireh dibe, li Kûweytê balafirên Emerîkî ketin xwarê

Piştî destpêkirina operasyona "Hêrsa Destanî" ya DYE-Îsraîl a li dijî Îranê, şer li tevahiya herêmê belav dibe.

Li Kûweytê balafirên şer ên Emerîkayê ketin xwarê, Îranê êriş bir ser bajarên mezin ên Îsraîlê, li Lubnanê hejmara qurbaniyan zêde bû. Li Kendavê û Rojhilatê Derya Spî liv û tevgera leşkerî zêde bû, qadên hewayî têne girtin û aktorên navneteweyî jî peyama "parastinê" didin.

LI KÛWEYTÊ BALAFIRÊN ŞER ÊN DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKAYÊ KETIN XWARÊ

Wezareta Parastinê ya Kûweytê ragihand ku sibeha Duşemê çend balafirên şer ên Emerîkayê ketine xwarê. Hate ragihandin ku personelên balafiran bi saxî rizgar bûne û rewşa wan stabîl e. Li ser sedema qezayê hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Bûyer di roja sêyemîn a êrişên Îranê yên li ser welatên Kendavê qewimî.

ÎRANÊ FUZE AVÊT TEL AVÎV, HAYFA Û ROJHILATÊ QÛDSÊ

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin ku li hemberî Îsraîlê wan dest bi êrişa "Pêla 10'emîn" kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin, li Tel Avîvê kompleksên hikumetê, li Hayfayê navendên leşkerî û ewlekariyê û Rojhilatê Qûdsê bûne hedef.

LI LUBNANÊ BÎLANÇO GIRAN DIBE

Di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de jî herî kêm 31 kes hatin kuştin, 149 kes jî birîndar bûn. Serokê Fermandariya Giştî ya Îsraîlê Eyal Zamir diyar kir ku li dijî Hîzbûllahê wan dest bi êrişê kirine û operasyon wê dewam bike.

Serokwezîrê Lubnanê Nawaf Salam jî êrişa bi roketan a Hîzbûllahê ya li ser Îsraîlê weke "Gaveke dûrî ji berpirsyariyê û welat dixe nava xeteriyê" pênase kir.

LIL BAKURROJAVAYÊ ÎRANÊ 27 KES HATIN KUŞTIN

Li Eyaleta Azerbaycan a Rojhilat a Îranê di nava du rojan de di encama êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîlê de herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.

LI NÊZÎ HEWLÊRÊ TEQÎN

Li paytexta Herêma Kurdistanê ya Federe Hewlêrê, li derdora balafirgeha ku hêzên koalîsyonê ya navneteweyî ya bi pêşengiya DYE'yê lê ne, teqînan rû dan. Hate ragihandin ku sîstemên parastina hewayî balafirên bêmirov xistine.

KENDAV Û ROJHILATÊ DERYA SPÎ DI NAVA ALARMÊ DE NE

Li Bahreynê Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Emerîkî li hemberî planên êrişê yên gengaz hişyar kir.

Li Qibrisê jî hate ragihandin ku balafireke bêmirov a Îranê zerar da pîsta li baregeha hewayî ya Îngiliz. Tiştek bi kesî nehat.

Wezîrên Karên Derve yên welatên Kendavê biryar dan ku li hemberî êrişên Îranê ji bo "bersiveke hevpar" civînekê lidar bixin.

OPEC+ HILBERÎN ZÊDE KIR

Ji ber ku şerê li Îranê gefê li rêyên veguhestina petrolê dixwe, Erebistana Siûdî û Rûsya jî di nav de welatên OPEC+ kota hilberîna petrolê ya ji bo meha Nîsanê ji bendewariyan bêhtir zêde kirin. Lê belê pispor dibêjin, heta ku rîsk li ser Tengava Hurmuzê hebe, ev yek wê têra kontrolkirina buhayê petrolê neke.

BÛYERÊN KU JI 28'Ê SIBATÊ Û VIR VE QEWIMÎN

- DYE û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de li hemberî Îranê dest bi operasyonê kirin.

- Lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney jiyana xwe ji dest da.

- Îsraîlê ragihand ku 40 rayedarên leşkerî yên Îranî yên payebilind hatin kuştin.

- Îranê bi êrişên bi fuze û balafirên bêmirov bersiv da Îsraîlê û welatên kendavê.

- Welatên Ewropayê peyama "gavên parastinê yên bi pîvan" dan.

- Bi sedan seferên balafiran hatin betalkirin, qadên hewayî yên herêmê hatin girtin.